Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku roja Sêşemê êrişên hewayî biriye ser Îranê. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENCTOM) diyar kir ku êriş bi fermana Serok Donald Trump saet di 21:00 de destpê kiriye.
Di daxuyaniya CENTCOM'ê de hate ragihandin ku operasyon li hemberî xistina helîkoptereke Emerîkî ya ji aliyê Îranê ve "bersiveke parastina rewa ya di heman astê de" bû.
Serokê DYE'yê Donald Trump ji televîzyona Emerîkî ABC re axivî û diyar kir ku bersiva ji Îranê re bê dayin wê "gelekî xurt û hişk" be.
Medya Îranê ragihand ku li peravên başûr ên welêt û li derdora Tengava Hurmuzê dengê gelek teqînan hate bihîstin. Hate ragihandin ku trafîka li vê tengava stratejîk hîn jî girtî ye.
ÎRANÊ BERSIV DA: LI BAREGEHÊN DYE'YÊ XIST
Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî eşkere kir ku weke bersiva li êrişên DYE'yê li hemberî hedefên leşkerî yên Emerîkî yên li Bahreyn û Urdunê operasyon kirine.
Di daxuyaniya Muxafizên Şoreşê de hate gotin, DYE'yê êriş bir ser hedefên li Giravên Cask, Sirik û Keşm ên Îranê, xisar li dîrekekî telekomunîkasyonê ya li Sirikê bûye û du depoyên avê hilweşiyane.
Hate gotin, hêzên deryayî yên Îranê weke bersiva li vê yekê êriş birin ser balafirên bêmirov ên Fîloya Pêncemîn a DYE'yê ya li Bahreynê.
Îranê her wiha diyar kir ku li baregehek Emerîkî ya li herêma Azrakê ya li Urdunê xistine. Di daxuyaniyê de hate gotin, qadên ku balafirên şer ên F-35 lê bûn û navenda fermandariya leşkerî ya DYE'yê bû hedef û çar hedefên girîng hatin îmhakirin.